Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan got, “Divê Pirsgirêka Kurdan di destûra bingehîn de were çareserkirin.”
Nîqaşên li ser destpêkirina “Pêvajoya Çareseriyê” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didomin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan derbarê mijarê ji Rûdawê re axivî û daxwazên partiya xwe eşkere kirin.
Huseyîn Olan destnîşan kir ku divê Pirsgirêka Kurdan di çarçoveya destûra bingehîn de were çareserkirin.
Hîn jî projeyasayeke zelal nîne
Huseyîn Olan diyar kir ku heta niha ti projeyasayên zelal nehatiye pêşiya wan û got, "Rêşnivîsek heye ku em jî nizanin, hinek dibêjin 15 xal in, hinek jî dibêjin 7-8 xal in.
Lê belê tiştekî berçav nîne ku dabin me. Em niha naxwazin li ser kategorîzekirinê û daxwazan xal bi xal biaxivin."
Daxwazên mirovî û siyasî
Huseyîn Olan li ser pirsa "Hûn çi dixwazin?" wiha got:
"Di milê mirovî û hiqûqî de, wekî ku hûn jî dizanin zindaniyên me yên nexweş hene. Her wiha girtiyên me yên siyasî hene ku nêzîkî 5 hezar kesî ne.
Diyasporayeke me heye, gelek siyasetmedar û mirovên me li Ewropayê ne. Gelek mirovên me yên li qada azad hene.
Em dixwazin ev hemû kes, hem girtî hem jî yên li diyasporayê, ji vê yasayê sûdê werbigirin û karibin bi awayekî azad tevlî siyaseta demokratîk bibin."
“Divê statuya Kurdan were naskirin”
Parlamenterê Bedlîsê bal kişand ser mafên destûrî jî û wiha pê de çû:
"Di milê siyasî de jî divê Pirsgirêka Kurdan di çarçoveya destûra bingehîn de were çareserkirin.
Di yasayan de divê statuya Kurdan were naskirin. Divê Kurd jî li vî welatî karibin bi ziman, nasname û perwerdeya xwe wekî hevwelatiyên wekhev bijîn û karibin xwe îfade bikin."
Rola Abdullah Ocalan di pêvajoyê de
Huseyîn Olan behsa rola Abdullah Ocalan jî kir û tekez kir ku divê Ocalan bê berdan û pêşengiyê ji pêvajoyê re bike û got:
“Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan mîmarê vê pêvajoyê ye, divê statuya wî jî were diyarkirin da ku ew pêvajoyê bi pêş biçe.
Pêwîst e karibe muzakereyan bi siyasetmedar, rojnameger, parêzer û akademîsyenan re bike. Daxwaza gelê Kurd ev e ku ev pêvajo bi pêş biçe û statuya Kurdan bi qanûnî were naskirin."


