Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di şerê bi çekan de du kes birîndar bûn.
Li Bazara Helawfiroşan di navbera du koman de ji ber sedemeke ne diyar nîqaş derket.
Nîqaş di demeke kurt de veguherî pevçûna bi çekan.
Di vê pevçûnê de welatiyên bi navên M.T. û A.K. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.



