Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê du zarokên 13 salî yên ku ji bo kursa Quranê bi rê ketibûn winda bûn.
Li gorî agahiyan, B.E. (13) û M.D. (13) doh berê sibehê demjimêr 07:00an ji Kerboranê bi serwîsê ber bi Cizîrê ve bi rê ketin.
Malbatên wan ew ji bo perwerdeya li kursa Quranê ya li navenda Şirnexê şandibûn.
Li Cizîrê winda bûn
Hat zanîn ku her du zarok berê sibehê gihîştine Cizîrê lê piştî wê demê pêwendiya bi wan re qut bûye.
Malbatên wan du roj in ti agahiyê ji zarokên xwe nastînin.
Malbatan serî li polîsan da
Malbatên zarokan ji ber ku zarokên wan neçûne kursê dilgiran bûn û wan li Şirnexê serî li polîsan da.
Malbatan ji bo dîtina zarokên xwe ji rayedaran alîkarî xwest.
Polîsan ji bo dîtina zarokan dest bi xebatan kir.
Rayedaran xwest her kesê ku zarokan bibîne yan jî agahiyekê li ser wan zanibe xeberê bide polîsan.



