Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Eşkerekirina çarenûsa hemû kesên ku hatine revandin û misogerkirina ewlehiya Şingalê û gelê me yê Êzidî berpirsyariyeke exlaqî, mirovî û navneteweyî ye.”
DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û komkujiyeke mezin dest pê kir.
Bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin, bi sedhazaran koçber bûn û bi hezaran kes jî heta îro jî “winda” ne.
“Em şervanên xwe bi serfirazî bi bîr tînin”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya (HSD) Mezlûm Ebdî di salvegera 12an a komkujiyê de, bi rêya hesabê xwe yê Xê ev peyam da:
“Di salvegera 12emîn a jenosîda Şingalê de, em bi rêzdarî hemû cangoriyan bi bîr tînin.
Her wiha em bi serfirazî şervanên xwe yên ku canê xwe ji bo parastina gelê me yê Êzidî feda kir û beşdarî têkbirina terorîzma DAIŞê û rizgarkirina bi hezaran sivîlan ji jenosîdê bûn, bi bîr tînin.”
Eşkerekirina çarenûsa hemû kesên ku hatine revandin û misogerkirina ewlehiya Şingalê û gelê me yê Êzidî berpirsyariyeke exlaqî, mirovî û navneteweyî ye.”



