Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera 12an a komkujiya Kurdên Êzidî de got, “Êzidî ji ber Kurdbûn, resenî û baweriya xwe rastî komkujiyê hatin.”
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku komkujiya Şingalê dirêjkirina zilmên berê ye û got:
"Ew tawana ku bi destê DAIŞê li herêma Şingalê hat kirin, berdewamiya wê zincîraa karesat, komkujî û tawanên dîrokî bû ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin."
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de bangî Êzidiyan kir ku di nav xwe de tifaqê bikin û wiha axivî:
"Bi hemû şiyana xwe, ez piştgiriya daxwazên Kurdên Êzidî dikim.
Ez ji wan dixwazim ku ji bo misogerkirina paşerojeke geş, di nav xwe de yekrêz bin û hêviya wan bi paşerojê hebe.
Bê guman, ev rewşa sepandî û neasayî ya ku li Şingalê heye, dê heta serî neçe. Divê xwişk û birayên me yên Êzidî bi serbilindî vegerin cih û warên bav û kalên xwe."
Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera komkujiya Êzidiyên Şingalê bi vî rengî ye:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ew tawana ku terorîstên DAIŞê 12 sal beriya niha li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî kir, êşek e ku dê heta hetayê di bîra Kurdistaniyan de bimîne.
Êzidî ji ber Kurdbûn, resenî û baweriya xwe ya olî rastî kîn û tevgerên nemirovane yên terorîstên DAIŞê hatin û rastî komkujiyê hatin.
Tawana ku bi destê DAIŞê li herêma Şingalê hat kirin, berdewamiya wê zincîra karesat, komkujî û tawanan e ku di dirêjahiya dîrokê de li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.
Di salvegera 12an a vê karesatê de, silav li giyanê şehîd û qurbaniyên wê tawanê.
Silav li wêrekî û qehremaniya wan Pêşmergeyan ku li ser Çiyayê Şingalê man û rê nedan destê terorîstan bigihîje Çiyayê Şingalê.
Silav li wefa û qehremaniya wan hemû Pêşmergeyan ku ji bo şikandina dorpêça Çiyayê Şingalê û rizgarkirina Şingalê xwîna xwe bexşî û efsaneya DAIŞê têk bir.
Her wiha em ji dil spasiya her ferdê serbilind ê Kurdistanê dikin ku wekî yek bedenekê hevxemê xwişk û birayên Êzidî bûn.
Em rêz û spasiyeke mezin pêşkêşî hêzên hevpeymanan jî dikin ku di alîkariya Pêşmergeyan û paşvebirin û têkbirina terorîstan de xwedî roleke diyar bûn.
Di salvegera vê karesatê ya ji bo xwişk û birayên Êzidî de, ez ducare dikim ku ez bi hemû şiyana xwe piştgiriya daxwazên wan dikim. Ez ji wan dixwazim ku ji bo misogerkirina paşerojeke geş, di nav xwe de yekrêz bin û hêviya wan bi paşerojê hebe.
Bê guman, ev rewşa sepandî û neasayî ya li Şingalê, nabe ku heta serî berdewam bike û divê xwişk û birayên me yên Êzidî bi serbilindî vegerin cih û warên bav û kalên xwe û zerer û êşên wan werin qerebûkirin (tezmînkirin).
Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
3yê Tebaxa 2026an"



