Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar kir ku hîn 270 hezar Êzidî koçber in û 2 hezar û 500 kes di destê DAIŞê de ne û gelek gorên bikom nehatine vekirin.
Mîr Hazim Tehsîn Beg di merasîmeke taybet a 12emîn salvegera komkujiya Şingalê de axivî.
"Dosyeya koçberan bi lez çareser bikin"
Mîr Hazim Tehsîn Beg xwest ku dosyeya koçberên Êzidî bi lez were çareserkirin, wî rexne li Parlamentoya Îraqê girtin û got:
"Heta niha 13 welatan komkujiya Êzidiyan nas kiriye lê Parlamentoya Îraqê ev tawan nas nekiriye."
Bicihanîna Peymana Şingalê
Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Şingalê jî wiha got, "Pêwîst e Peymana Şingalê were bicihanîn û herêm were avakirin."
Spasiya Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî
Mîrê Êzidiyan di beşeke din a axaftina xwe de spasiya Serok Mesûd Barzanî kir ku Şingal azad kiriye.
Her wiha wî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kir ji bo hewlên wî yên di oxira rizgarkirina Êzidiyên revandî de.
3yê Tebaxa 2014an DAIŞê êrişî Şingalê û derdora wê kir û komkujiyeke mezin çêbû.


