Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed got, “12 sal li ser karesata Şengalê re derbas bûn, lê ev karesat ne tenê rojeke di dîrokê de ye, birîneke zindî ye di wijdanê mirovahiyê de.”
DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û komkujiyeke mezin dest pê kir.
Bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin, bi sedhazaran koçber bûn û bi hezaran kes jî heta îro jî “winda” ne.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“12 sal li ser karesata Şengalê re derbas bûn, lê ev karesat ne tenê rojeke di dîrokê de ye, birîneke zindî ye di wijdanê mirovahiyê de.
Em bi rêz li ber êş, sebr û berxwedana gelê xwe yê Êzidî ditewin.
Bîranîna cangoriyan û parastina maf û rûmeta qurbaniyan, erkê me yê mirovahî ye.”



