Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, Serokê Giştî yê Komela Dadgeriya Kurdistanê û şandeya pê re qebûl kirin.
Endamekî Mekteba Siyasî ya Komela Dadgeriyê li ser hevdîtinê got, "4 armancên me yên sereke di vê civînê de hebûn."
Civîn îro li Pîrmamê hat lidarxistin.
Endamê Mekteba Siyasî ya Komela Dadgeriya Kurdistanê Ebdulstar Mecîd ji Rûdawê re axivî.
"Me qala krîza aboriyê kir"
Ebdulstar Mecîd li ser sedema civînê wiha got:
"Armanceke serdana me nîqaşkirina vê rewşa niha bû. Me bi taybetî qala krîza aboriyê, bazar û pirsgirêkên xelkê kir."
Di civînê de Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed amade bûn.
Her wiha ji Komela Dadgeriya Kurdistanê jî Endamên Mekteba Siyasî Ebdulstar Mecîd, Yasîn Hesen û Enwer Sengawî tevlî civînê bûn.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komela Dadgeriyê Fexredîn Qadir jî yek ji beşdarên civînê bû.
Pêşniyara civîneke giştgîr
Ebdulstar Mecîd li ser mijarên din ên hevdîtinê ev agahî dan:
"Me di civînê de qala pirsgriêkên di navbera partiyan de û pêwendiyên wan ên neasayî kir.
Me ji bo civîneke giştgîr a partiyan pêşniyarek kir û em li benda encama wê ne."
Civîna dawî ya mektebên siyasî yên PDK û Komelê 20ê Adara borî pêk hatibû.
Ebdulstar Mecîd axaftina xwe wiha qedand:
"Demeke dirêj bû me di asta kesên yekem de civîn nekiribû. Her du aliyan jî baş dît ku ev civîn ji bo xurtkirina pêwendiyan bê lidarxistin."


