Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê trawmayê yê navdar ê cîhanê Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bal kişand li ser bandora komkujiya li Şingalê û got, “12 sal derbas bûn lê komkujiya Êzidiyan hîn didome.”
Bi ser êrişa DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an a li Şingalê û Komkujiya Êzidiyan re 12 sal derbas bûn.
Pisporê trawmayê yê navdar Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan di salvegera komkujiyê de bû mêhvanê bultena Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkeş dike.
Jan Îlhan Kizilhan bal kişand ser bandorên civakî û derûnî yên fermanê û got, "Dema ku çek bêdeng dibin trawma bi dawî nabe."
"Min qet ew roj ji bîr nekiriye"
Prof. Dr. Kizilhan anî zimên ku ew telefonên êvara 3yê Tebaxê qet ji bîra wî naçin û wî wiha qala wê rojê kir:
"3yê Tebaxê dengê qêrîn û hawaran dihat û digotin, 'Em tenê mane, ferman li serê me rabûye, alîkariya me bikin.'
Wê demê em bê çare bûn, me nizanîbû em çi bikin. Ji ber ku wê serdemê ne Almanyayê ne jî Ewropayê bi temamî nizanîbû Êzidî kî ne."
Projeya dermankirinê ya li Almanyayê
Kizilhan qala projeya dermankirinê ya ji bo jin û zarokên Êzidî kir ku bi hevkariya Eyaleta Baden-Wurttemberga Almanyayê hatiye kirin.
Pisporê Kurd pêvajoya projeyê wiha eşkere kir:
"Me bi Serokwezîrê Eyaleta Baden-Wurttembergê Winfried Kretschmann re hevdîtin kir.
Dema wî dît ku jinên Êzidî çi jiyaye gelekî xemgîn bû û got, 'Em nikarin vê yekê qebûl bikin.' Wî xwest em dest bi projeyekê bikin.
Wê demê li tevahiya Îraqê û Herêma Kurdistanê binesaziya derûnî têr nedikir. Tenê 50-60 derûnnas hebûn û pisporekî ku karibe trawmayeke wiha mezin bi rê ve bibe tunebû.
Di çarçoveya vê projeyê de me nêzîkî hezar û 100 jin û zarok ji bo tedawiyê anîn Almanyayê."
"Trawmaya Sor" û "Trawmaya Spî"
Prof. Dr. Kizilhan diyar kir ku trawma tenê bi dema êrişa fîzîkî ve sînordar nîne.
Wî bi nêrîneke zanistî bal kişand ser wê xetereya ku li pêşiya civaka Kurdên Êzidî û got:
"Tişta ku em jê re dibêjin 'Trawmaya Sor', dema germ a tundiyê ye. Lê belê 'Trawmaya Spî' jî heye, ev jî ew bandor e ku piştî tundiyê di ruh, genetîk û paşeroja civakê de didome.
Heke ev trawma rast neyê dermankirin, dê ji nifşekî derbasî nifşê din bibe. Ê mirî mir lê yê sax ji bîr nake.
Komkujî hîn jî didome. Di mînakên xwînê de streseke mezin heye."
Bandora li ser nasnameyê
Kizilhan da zanîn ku Kurdên Êzidî bi sedsalan li Şingalê îzole dijiyan lê niha li çar aliyê cîhanê belav bûne.
Li gorî Kizilhan ev rewş dibe sedema guhertineke mezin û metirsiyek heye ku ew ji warê xwe derkevin.
Kizilhan li ser vê yekê jî wiha got, "Komkujiyê bandor li têgihiştina nasnameyê jî kir. Hinek ji xwe dipirsin: 'Gelo em Kurd in an em Êzidî ne?'"
"Zarok mezin bûn û diçin zanîngehê"
Pisporê navdar li ser rewşa dawî ya wan Êzidiyên ku biribûn Almanyayê jî agahî dan.
Wî eşkere kir ku pêvajoya dermankirinê bi serkeftî bûye û got:
"Ew zarokên 6-10 salî yên ku me wê demê anîbûn, îro diçin zanîngehê û bûne xwedî pîşe.
Ew ketin nav civakê û pêvajoyeke serkeftî derbas kirin. Lê belê bedena wan li Almanyayê be jî dil û aqilê wan hîn jî li cem xizmên wan ên li kampên Şingalê ne."
Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan di dawiyê de anî zimên ku ji bo paşeroja civaka Kurdên Êzidî, hem li Herêma Kurdistanê hem jî li diyasporayê pêwîstî bi pergalên piştgiriya derûnî û civakî ya demdirêj heye.


