Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê malbateke penaber a Rojavayê Kurdistanê di navbera hejarî û nexweşiyeke kujer de asê maye.
Masûlkeyên dilê bavê malbatê Mistefa Bozan ji kar ketine û jiyana wî di xeterê de ye.
Mistefa Bozan ê 33 salî, ev 6 sal in wekî penaber li Hewlêrê dijî.
Heta niha du caran krîza dil li Mistefa Bozan daye.
Nêzîkî salekê ye masûlkeyên dilê wî bi temamî ji kar ketine û ew ketiye nav nivînan.
Pêwîstiya wan bi 7 hezar dolaran heye
Bijîşk diyar dikin ku ji bo rizgarkirina Mistefa Bozan divê amûreke taybet a dil ji bo wî were çandin.
Pisporê Nexweşiyên Dil Dr. Îvan Elî da zanîn ku ji bo bihêzkirin û rêkxistina lêdana dilê Mistefa Bozan pêwîstiyeke bilez bi çandina amûra bi navê "CRT-D"yê heye.
Pêwîstiya vê malbatê ji bo kirîna vê amûrê bi nêzîkî 7 hezar dolaran heye.
Lê belê peydakirina wî pereyî li derveyî şiyana vê malbata kêmderamet e.
Nexweşiya Mistefa bandoreke gelekî xerab li jiyana malbatê kiriye û barekî giran xistiye ser milê zarokên wî yên bêguneh.
Zarok li benda vegera bavê xwe ne
Bêçaretî û westiyabûna malbatê bi rûyê zarokan ve diyar e.
Zarok bi çavên tijî hêsir li benda başbûna bavê xwe ne.
Dayîka wan jî ji ber nexweşiya dapîra wan li nexweşxaneyê dimîne û ev yek jî derdê wan girantir dike.
Malbat ji xêrxwazan alîkariyê dixwaze da ku bavê wan karibe were emeliyatkirin û vegere nav jiyana xwe ya asayî.


