Hewlêr (Rûdaw) - Dayîka Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu Haniy Karasu di 94 saliya xwe de koç dawî kir û li Sêwazê hat veşartin.
Haniy Karasu 31ê Tîrmehê ji ber nexweşiya xwe ya giran rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Çanakkaleyê.
Wê 3yê Tebaxê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Ji Stenbolê ber bi Sêwazê ve
Malbatê pêşî cenazeyê Haniy Karasuyê bir Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a li navçeya Esenlerê ya Stenbolê.
Li vir merasîmek hat lidarxistin û pişt re cenaze ber bi navçeya Gurinê ya Sêwazê ve hat şandin.
Li kêleka hevjînê xwe hat veşartin
Cenazeyê Haniy Karasuyê îro gihîşt gundê wê Karapinarê yê navçeya Gurinê ve.
Li gund ji bo wê merasîmek hat sazkirin.
Parlamenterên DEM Partiyê Celal Firat û Ayten Kordu, birêvebirên DEM Partî û DBPyê, aktîvîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Piştî pêkanîna wecîbeyên olî, jinan darbesta Haniy Karasuyê rakir û ew ber bi goristanê ve bir.
Termê Haniy Karasuyê li goristana gund, li kêleka gora hevjînê wê Xidir Karasu hat binaxkirin.


