Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji ber xilasbûna dema erkê wî Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê pêşwazî kir.
Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Albrecht von Wittke vedigere welatê xwe û ji bo xatirxwestinê çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Spasiya Almanyayê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî "piştgirî û alîkariya berdewam a Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê ducare kir."
Nêçîrvan Barzanî ji bo bipêşxistina pêwendiyên her du aliyan ên di dema erkê wî de spasiya Albrecht von Wittke kir û di erkê wî yê nû de serkeftin jê re xwest.
Konsulê Almanyayê jî ji bo alîkarî û piştgiriya ku di dema erkê wî de dane wî spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.
Albrecht von Wittke her wiha tekezî li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo xurtkirina pêwendiyan û hevkariya hevbeş a bi Herêma Kurdistanê re kir.
#VÎDEO - Konsulê Almanyayê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 4, 2026
💢 Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Albrecht von Wittke vedigere welatê xwe û ji bo xatirxwestinê çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pic.twitter.com/ZstdaAnaGK



