Hewlêr (Rûdaw) - Doh li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê encamên ezmûnên lîseyê yên li gorî bernameyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê hatin eşkerekirin.
Di ezmûnan de bi dehan xort û keçên Kurd pileyên herî bilind bi dest xistin û wan ji sedî 95an derbas kir.
Tîrhêva Ciwan Hesen û Elend Hisên bûn mêhvanên Rûdawê û li ser serkeftinên xwe ya mezin pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Tîrhêva Ciwan Hesena xelka Efrînê niha li Amûdê dijî di bernameya Rêveberiya Xweser de ji sedî 99,9 bi dest xist.
Tîrhêva keça hunermendê navdar Ciwan Hesen e.
Bavê wê Ciwan Hesen 21ê Gulana 2025an di encama şewatekê de li malê miribû.
Tîrhêvayê diyar kir ku wê di nava şert û mercên giran ên wekî kêmasiya mazotê û birîna elektrîkê de xwendiye.
Wê bal kişand ser piştgiriya malbat û mamosteyên xwe û got:
"Bavê min her tim dixwest ez serkeftî bim û bibim bijîşk.
Min ev serkeftin ji bo xatirê wî bi dest xist û ez dê di paşerojê de vê armancê pêk bînim."
Hunermend Ciwan Hesen di pêşerojê de ji bo gelê xwe gelek xebat kiribûn û serkeftina keça wî li herêmê deng veda.
Elend Hisên: Mifteya serkeftinê fêmkirina waneyan e
Elend Hisênê ji bajarê Qamişloyê di bernameya hikûmeta Sûriyeyê de ji sedî 99,8 bi dest xist.
Elend li ser şêwaza xebata xwe diyar kir ku wî di destpêka salê de rojê 5-6 saetan dixwend lê di mehên dawî de xebata xwe zêde kir û derxist 10-12 saetan.
Elend bal kişand ser xaleke girîng a xwendinê û da zanîn:
"Ji bo serkeftinê divê mirov waneyan fêm bike.
Fêmkirin ji jiberkirinê girîngtir e."
Elend her wiha spasiya bav û dayîka xwe kir ku her tim piştgiriya wî kirine.
Elend jî dixwaze di paşerojê de di beşa bijîşkiyê de bixwîne û xizmeta gelê xwe bike.
Her du xwendekaran jî diyar kir ku jiyana li Rojavayê Kurdistanê ji ber krîz û aloziyên heyî gelekî zehmet e.
Kêmasiya elektrîkê û germahî astengiyên mezin li ber xwendina wan çêkirine lê belê wan eşkere kir ku vîna wan ji astengiyan xurttir bûye.
Serkeftina xwendekarên Kurd nîşan dide ku tevî hemû bêderfetiyan jî asta zanyariyê li herêmê bi pêş ketiye.


