Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê li gel şandeyeke Erebên hawirde yên li Serê Kaniyê civiya.
Ev civîn di çarçoveya amadehiyên vegera xelkê Serê Kaniyê ya malên wan de hat kirin.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku sibe zêdetirî 600 malbat vedigerin malên xwe yên li Serê Kaniyê.
Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya Parêzgeha Hisîçayê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Facebookê agahî dan.
Siyamend Efrîn diyar kir ku karwanê yekem sibe saet 08:00an bi rê dikeve û di vî karwanî de 648 malbat hene.
Karwan dê ji bajarokê Tiwênayê yê li beramberî Kampa Waşokaniyê ber bi Serê Kaniyê ve bi rê bikeve.
Ev veger di çarçoveya bicihanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn de pêk tê.
Hêzên Ewlehiya Navxwe ji bo selametî û aramiya vegera xelkê hemû tedbîrên ewlehî û lojîstîkê standine.
Armanc: Sifir koçber
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku vegera xelkê ji bo wan pêşengî ye û got:
"Em dê rêbazeke guncaw bibînin da ku li hemû navçeyên parêzgeha Hisîçayê ti koçber nemînin.
Xelkê me yê ku ji taxên Xiwêran û Ezîziyê yên Hisîçayê ne û li Serê Kaniyê koçber in, dê vegerin taxên xwe."
Nûredîn Ehmed her wiha tekezî li ser nirxên lihevhatin û bihevrejiyana di navbera hemû welatiyan de kir û xwest ku welatî ji axaftinên kînê dûr bikevin da ku aştiya civakî û tevna civakî were parastin.
Di civînê de Fermandariya Ewlehiya Navxwe û hinek parlamenterên Hisîçayê jî amade bûn.



