Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Rêxistina Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser gotinên dawî yên Parêzgarê Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê bajarê Kerkûkê bibe mînaka bihevrejiyan û biratiyê.
Hat destnîşankirin ku ji bo parastina bihevrejiyanê û nemana pirsgirêkan, divê hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên bajêr xwedî maf û erkên xwe bin û hat gotin:
"Destûr û Madeya 140î nexşerêyeke rast û serdemî ji bo çareserkirin û nemana pirsgirêkên li parêzgeha Kerkûkê û cihên din ên Îraqê daniye.
Gotinên neberpirsyarane yên Parêzgarê Kerkûkê yên li ser wê yekê ku Madeya 140î ya destûrê nemaye, tê wateya bêbihakirin û nemana destûrê."
'Eger destûr nemîne Îraq nabe dewlet'
PDKyê bal kişand ser girîngiya destûrê û anî zimên:
"Ew bi xwe jî baş dizane ku eger destûr nemîne, ev tê wê wateyê ku Îraq ji wateya dewletbûnê vala dibe û namîne.
Ew cure daxuyanî bi ti awayî xizmeta berjewendiyên pêkhateyan û şêniyên Kerkûkê nakin.
Berovajî vê yekê, ev hewldaneke nexwestî ye ji bo têkdana biratiyê û kûrkirina pirsgirêkan e."
'Bi peymaneke gumanbar bûye parêzgar'
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku Mihemed Seman Kenan bi "peymaneke gumanbar a li Otela Reşîd" bûye Parêzgarê Kerkûkê.
PDKyê diyar kir ku eger hilbijartineke azad, demokratîk û asayî hebûya, dê rewş cuda bûya.
Gotinên Mihemed Seman çi bûn?
Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman ku di heman demê de Serokê Eniya Tirkmenan a Îraqê ye, di hevpeyvîneke televîzyonî de gotibû ku "xeletiya herî mezin a stratejîk a dewleta Îraqê ya piştî sala 2003yan Madeya 140î bûye."
Mihemed Seman eşkere kir ku wan wekî pêkhateya Tirkmenan ji ber wan cure madeyan deng nedaye destûrê û got:
"Me bawer dikir ku dê di paşerojê de bibe sedema pirsgirêkan û wiha jî bû.
Referandûm hat kirin û em li dijî wê rawestiyan."
Madeya 140î ya destûrê, ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna demografîk a li herêmên Kurdistanî hatiye danîn ku di salên 70yî de bi rêya "Erebkirinê" hatibû kirin.
Serokê Fraksiyona PDKyê ya li Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd jî li ser mijarê ji Rûdawê re got:
"Ti sînor nikarin axekê ji xwediyê wê qut bikin.
Madeya 140î rêya vegerandina heq e ji bo xwediyê heq û çespandina dadweriyê."



