Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên pilebilind ên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand ku vê sibehê li nêzîkî Zirgiwêzê û li Kampa Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê bi 4 dronan êrişî wan hatiye kirin.
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Derdora saet 04:00ê sibehê, xaniyê endamekî ofîsa me ya siyasî ya li Banegewreyê ya nêzîkî Zirgiwêzê bi 2 dronan hat armancgirtin."
Emced Husên Penahî diyar kir ku di êrişê de zerereke mezin a madî gihîştiye xaniyê wî lê ji ber ku xanî vala bûye ti ziyanên canî çênebûne.
Emced Husên Penahî her wiha da zanîn ku vê sibehê bi 2 dronên din êrişî Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê jî hatiye kirin.
Li Sûrdaşê 3 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hene ku navê "Komele" bi kar tînin.
Yek ji wan jî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.
Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Aram Muderesî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ew cihê li Sûrdaşê hatiye armancgirtin li ba wan bûye.
Muderesî eşkere kir ku ji bilî zerera madî ti ziyanên canî çênebûne.
Emced Husên Penahî jî li ser êrişa Sûrdaşê da zanîn:
"Di êrişa dronî ya li Sûrdaşê de kes nemiriye lê êrişî çend xaniyan hatiye kirin û zerera madî çêbûye."
Ji 28ê Sibatê ve bi hincetên cuda zêdetirî 960 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di van êrişan de 32 kes şehîd ketine û 154 kes jî birîndar bûne.
Di nav wan kesên ku şehîd ketine de 19 Pêşmergeyên 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê hene.



