Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku hewldanên wan ên ji bo avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û aktîvkirina parlamentoyê didomin.
Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed îro di konfêranseke rojnamegeriyê de zanyariyên nû parve kirin û got:
"Pêwîst e civîn encaman bidin, ne tenê ji bo ku civîn çêbibin."
Mehmûd Mihemed di bersiva pirsa Rûdawê de ya li ser wê yekê ka gelo dê îsal hikûmet were avakirin, bi kurtî got, "Em bi hêvî ne."
"Me hewldanên xwe zêde kirine"
Mehmûd Mihemed di konfêransa rojnamegeriyê de destnîşan kir ku wan piştî hilbijartinê dest bi tevgereke nû kiriye û wiha domand:
"Me wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê piştî hilbijartinê hewldanên xwe zêde kirine û em didomin.
Em bi pêwîst dibînin ku em wan astengiyên li pêşiya avakirina kabîneyê û aktîvkirina parlamentoyê rakin.
Divê em wê baweriya ku xelkê Kurdistanê daye aliyan û bi taybetî PDKyê bi cih bînin. Ji ber vê yekê dê hewldanên me bidomin."
Mehmûd Mihemed li ser civînên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re jî diyar kir:
"Gelekî girîng e ku civînên bê encamên wan hebin, ne tenê civîn ji bo civînê be. Divê em bi tiştekî herin cem xelkê Kurdistanê û em di pratîkê de bi cih bînin."
"Daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê ne guncav bûn"
Wî li ser civînên Serok Mesûd Barzanî yên bi berpirsên rêkxistinên PDKyê yên li Kerkûkê re û daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê nêrîna xwe wiha anî zimên:
"Daxuyaniya Parêzgarê Kerkûkê ne li gorî rewşa Kerkûkê bû û bêbaldarî bû.
Em dibêjin Kerkûk bi nasnameyeke Kurdistanî bajarê bihevrejiyanê ye. Divê her kesê ku li Kerkûkê bibe berpirs, vê mijarê bi hestiyarî li ber çavan bigire.
Divê hewl nede aramiya wê têk bide, çimkî Kerkûk di nebûna aramiya Îraqê de faktoreke girîng e."
Navendeke nû li Bexdayê
Berdevkê PDKyê eşkere kir ku wan biryar daye li Bexdayê bi desthilateke zêdetir navendeke serkirdayetiyê ava bikin û li ser vê guhertinê got:
"Me bi pêwîst dît ku em şêwazê karê xwe yê li Bexdayê biguherînin. Biryar hat dayîn ku em li wir navendeke serkirdayetiyê ava bikin û Endamê Desteya Kargêrî Kak Hoşyar Zêbarî serkêşiya wê navendê bike."

