Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Riha, Amed, Mêrdîn û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê, germahiya bilind bandoreke zêde li karkeran dike.
Termometreyên li bajarê Rihayê gihîştine 47 pileyan.
Herî zêde karkerên ku li derve di bin rojê de û li xwaringeh û kafeyan li ber agir dixebitin ji germahiyê aciz dibin.
Birêvebirê Qîrkirinê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Îzzettîn Uyar li ser rewşa karkeran got:
“Niha demjimêr 1ê nîvro ye. Em di bin germahiya nêzîkî 50 pileyî û germaya 150 pileyî ya qîrê de xizmeta welatiyên Rihayê dikin.”
Li ber agirê firinê 80 pile ye
Li Cizîrê jî termometre 55 pileyan nîşan didin.
Nanpêjên ku li ber agir dixebitin dibêjin, ew ji bo debara jiyanê neçar in.
Nanpêj Kasim Varişli jî diyar kir ku ew di şertên zehmet de dixebitin û pê de çû:
“Ji bo ku em xwe hênik bikin, em vê avê bi kar tînin.
Pileya li derve 47 e lê li vê derê digihêje 80 pileyan.
Em ji bo nanê xwe neçar in ku bixebitin.”
Li bajarên germ ên Bakurê Kurdistanê, welatî heta neçar nebin ji demjimêr 11ê nîvro heta 3yê esr dernakevin derve.
Welatiyên ku ji germahiyê aciz dibin û li malê jî bêhna wan teng dibe, xwe davêjin cihên hênik ên wekî park û seyrangehan.


