Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) Serdar Yuksel li Hewlêrê li hev civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê civîna îro daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de spasiya hikûmet û Parlamentoya Almanyayê kiriye.
Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku Almanyayê di rojên dijwar û di şerê li dijî terorê de piştgirî daye Herêma Kurdistanê.
Spasiya Serdar Yuksel kir
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bi taybetî spasiya Serdar Yuksel jî kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Yuksel ji bo Herêma Kurdistanê di hemû waran de roleke girîng lîstiye û wî ev rola Parlamenterê Almanyayê bilind nirxand.
"Rola Nêçîrvan Barzanî bibandor e"
Li aliyê din, Endamê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel jî ji ber hevdîtinê û wê pêşwaziya germ kêfxweşiya xwe anî zimên.
Yuksel rola Serokê Herêma Kurdistanê ya li hundir û derveyî Kurdistanê bilind nirxand.
Wî destnîşan kir ku rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo parastina pêgeha Herêma Kurdistanê, aştî û aramiya herêmê gelekî bibandor e.
Di beşeke din a civînê de jî li ser rûdanên dawî yên herêmê û xurtkirina têkiliyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hat axaftin.


