Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercewsê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek û pîqabek li hev qelibîn.
Di vê qezaya trafîkê de 7 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li nêzîkî gundê Merwaniyê yê Kercewsê otomobîleke bi plakeya 72 ACY 595 û pîqabeke bi plakeya 06 CTZ 020 li hev qelibîn.
Heta niha nasnameya şofêrên her du wesayîtan nehatiye zanîn.
Li ser agahdarkirina derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirme yekser çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê li cihê qezayê midaxeleya destpêkê li birîndaran kir.
Piştre tîman her 7 birîndarên qezayê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên dewletê yên Kercews û Heskîfê.



