Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê ya Hewlêrê Holly Fair civiyan
Serok Mesûd Barzanî îro Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya Hewlêrê Holly Fair û şandeya bi wê re pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de Konsula Giştî ya Brîtanyayê kêfxweşiya xwe anî zimên.
Wê kêfxweşiya xwe ya ji bo civîna bi Serok Barzanî re û destbikarbûna xwe ya li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Her wiha Konsula Brîtanyayê bal kişand ser wê yekê ku ew dê ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de bixebite.
Wê heyraniya xwe ya ji bo bipêşketinên Herêma Kurdistanê yên di warên cuda de jî anî zimên.
Serok Mesûd Barzanî bixêrhatina Konsula nû ya Brîtanyayê kir.
Serok Barzanî di erkê wê yê nû de jê re serkeftin xwest û da zanîn ku ew amade ye ji bo erkên wê yên li Herêma Kurdistanê piştgiriyê bide.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Mijareke din a civînê jî rewşa siyasî ya Îraqê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa de bû.
Li ser vê mijarê Serok Barzanî bal kişand ser pêwendiyên bi Bexdayê re û got:
"Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî di qonaxeke gelekî baş de ne."
Wî eşkere kir ku di navbera her du aliyan de hevahengî û hevtêgihiştineke baş heye.
Di dawiya civînê de rewşa siyasî û rûdanên dawî yên li herêmê jî hatin nirxandin.



