Hewlêr (Rûdaw) - Endamê berê yê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş ragihand ku "Yasaya Çarçove" ya li Parlamentoya Tirkiyeyê destpêkek e ji bo bidawîkirina êşên 100 salî.
Çetîn Arkaş got, "Divê êdî rûpeleke nû were vekirin da ku milet bi aramî bijî."
Encûmena Ciwanan a DEM Partiyê ya Mêrdînê li navçeya Nisêbînê panelek li dar xist.
Çetîn Arkaş jî beşdarî vê panelê bû.
Wî li ser pêvajoya çareseriyê û pêşniyaryasaya ku ji Komîsyona Dadê derbas bûye axivî.
Arkaş bal kişand ser Pirsgirêka Kurdan a di dîroka Komara Tirkiyeyê de û got:
"Komar bi rastî dikaribû bibe komara hevbeş a Kurd û Tirkan lê lingekî komarê kulek hat hiştin. Eger Kurd di nav dewlet û hiqûqê de bi hebûna xwe bihatana qebûlkirin, gelo dê ev êşên 100 salî bihatana jiyankirin?”
“Vegerandina canên ku çûne gelekî zehmet e”
Çetîn Arkaş bal kişand ser zerer û ziyanên şerê PKKyê û artêşa Tirkiyeyê û wiha pê de çû:
“Maleke ku agirê vî şerî pê neketiye nemaye. Em êdî dixwazin ev êş bi dawî bibin. Ez fatûreya aborî ya vî şerî didim aliyekî.
Ew li cem canê mirovan ne ew qasî biqîmet e. Em dikevin û radibin, em hejar û dewlemend dibin, em careke din xwe kom dikin lê vegerandina canên ku çûne gelekî zehmet e. Divê êdî rûpeleke nû were vekirin.”
“Ev yasa gava destpêkê ye”
Çetîn Arkaş li ser pêşniyaryasaya ku niha li Parlamentoyê ye jî nêrînên xwe anîn zimên û got:
"Ev yasa destpêkek e. Ji bo ku ev êş êdî bi dawî bibin gava destpêkê ye û em hêvî dikin ku dê baştir bibe.
Potansiyel û hêza ciwanan heye ku vê serdemê ava bikin."



