Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak li parlamentoyê bertek nîşanî îhaleya kuştina pezkoviyên li Colemêrgê da.
Wî xwest ku demildest ev biryar were betalkirin.
Îhaleya “turîzma nêçîrê”
Birêvebiriya Parkên Niştimanî û Xwezayê ya Colemêrgê daxuyaniyek dabû.
Li gorî daxuyaniyê, ji bo kuştina 3 pezkoviyan îhaleyek dest pê kiriye.
Ev pezkovî li çiyayên navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê ne.
Îhale di bin navê “turîzma nêçîrê” de hatiye vekirin.
Îhale rê dide nêçîrvanan ku li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê pezkoviyekê û li navçeya Geverê jî 2 pezkoviyan bikujin.
Dê bi hezaran dolaran bidin dewletê
Li gorî wê biryarê, nêçîrvan dê ji bo her pezkoviyekê milyonek û 650 hezar lîreyan bidin ku dike derdora 35 hezar dolaran.
Her wiha nêçîrvan dê wekî temînat 49 hezar û 500 lîreyî (hezar û 42 dolaran) bidin dewletê da ku karibin beşdarî îhaleyê bibin.
Çend roj in bertekên li hemberî vê biryarê didomin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak mijar bir rojeva parlamentoyê.
“Wezaret rê li ber komkujiya ajalan vedike”
Parlak, di axaftina xwe de bal kişand ser metirsiya li ser jiyana kovî ya li parêzgeha Colemêrgê.
Wî biryarê Wezareta Çandinî û Daristanan bi tundî rexne kir.
Vezîr Coşkun Parlak diyar kir ku li herêmê nêçîra qaçax nayê kontrolkirin lê wezaret bi destê xwe ji bo kuştina ajalên kovî îhaleyê vedike û got:
“Wezaret çawa dikare rê li ber komkujiya ajalên kovî veke?
Gelo erkê sereke û berpirsiyariya Wezareta Çandinî û Daristanan ne parastina xweza û zindiyên di xwezayê de ye?”
Parlamenterê Colemêrgê her wiha bangî rêxistinên civakî yên sivîl û welatiyên Colemêrgê kir.
Wî ji wan xwest ku li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.



