Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê ya Herêma Kurdistanê Holly Ware qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Holly Wareyê kir û destbikarbûna wê pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di erkê wê yê nû de jê re serkeftin xwest.
Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku ew dê ji bo bipêşxistina pêwendiyên Brîtanyayê û Herêma Kurdistanê piştgiriyê bidin karên wê.
Konsula Giştî ya Brîtanyayê jî kêfxweşiya xwe anî zimên.
Holly Wareyê kêfxweşiya xwe ya ji bo civîna bi Nêçîrvan Barzanî re û destbikarbûna xwe ya li Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Holly Wareyê tekez kir ku ew dê ji bo bipêşxistina pêwendiyên di hemû waran de bixebite.
Mijareke din a hevdîtinê jî rûdanên dawî bûn.
Di civînê de li ser pêşhatên dawî û rewşa Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Her wiha her du aliyan rewşa Îraqê û herêmê jî nirxand.
.jpeg&w=3840&q=75)


