Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Vahap Coşkun got, “Armanca vê pêvajoyê ew e ku PKK çekên xwe deyne. Armanc ne çareserkirina pirsgirêka Kurdan e.”
Hemû xalên projeyasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" di dengdana Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de hatin qebûlkirin.
Akademîsyen û Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Vahap Coşkun li ser projeyasaya nû ya pêvajoya çareseriyê ji Rûdawê re axivî û bersiv da pirsên Hawar Celaledînê.
Vahap Coşkun diyar kir ku ev yasa dê pêvajoyê ji zemîneke kiryarî (fiîlî) derxe û bixe bin parastineke hiqûqî.
Gava hiqûqî ya pêvajoyê
Vahap Coşkun destnîşan kir ku heta niha ev pêvajo bi awayekî kiryarî bû lê bi vê yasayê re dê bikeve qonaxeke nû û got:
"Ev projeyasa û ev pêvajo, armanca wê ya yekem û serekî ew e ku PKK çekan deyne. Ji bo vê yekê jî divê zemînek were amadekirin."
Li gorî Coşkun, di çarçoveya vê yasayê de dê komîteyên taybet werin avakirin û raporên xwe bidin dewletê.
Vahap Coşkun bal kişand ser mijara baweriyê û diyar kir ku ji ber ku pêvajoyên berê bi ser neketine, baweriya Kurdan kêm e.
Coşkun ji bo avakirina baweriyê hinek pêşniyar kirin û got:
"Eger dewlet bixwaze baweriya Kurdan zêde bibe, divê hinek gavên kiryarî biavêje. Wekî mînak, divê Selahattîn Demîrtaş were berdan û dawî li polîtîkaya qeyûman were anîn. Gava ku ev gav werin avêtin, dê bawerî jî xurt bibe."
Çareseriya siyasî ya Pirsgirêka Kurdan
Akademîsyen Vahap Coşkun destnîşan kir ku çekdanîn bi tena serê têra çareseriyê nake û anî zimên:
"Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê berdewam dike. Çareserkirina vê pirsgirêkê tenê bi siyasetê dibe.
Divê daxwazên Kurdan ên di warê ziman û destûrê de werin nirxandin û di çarçoveya siyasetê de çareseriyek were dîtin."


