Hewlêr (Rûdaw) - Çîçek Kobaniya ku sala 2019an di şerê Girê Spî de ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatibû girtin, 5 sal in di zîndanê de ye.
Tirkiyeyê cezayê heta hetayê daye Çîçek Kobaniyê.
Çîçek Kobanî meha Çiriya Pêşîn a 2019an di dema êrişa li ser bajarê Girê Spî de birîndar bû.
Ew wê demê di nava tîmeke tenduristiyê ya YPJyê de bû û bi birîndarî ket destê çekdaran û çekdaran ew radestî Tirkiyeyê kir.
Tirkiyeyê pişt re bav û her du birayên Çîçekê jî girtin û piştî şkenceyê ew dersînorî Kobaniyê kirin.
Dayîk jî neçar ma ku vegere Kobaniyê û ji ber vê yekê 5 sal in keça xwe nedîtiye.
Çîçek Kobanî destpêkê li zindana Hilwanê bû lê piştî du salan ew birin zîndana Erzinganê.
Wehîde Mislima dayîka Çîçekê heta îro jî bi kul û hesreta keça xwe ye.
Dayîka wê Wehîde Mislim bû mêhvana Rûdawê û bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara.
Wehîdayê li ser rojên destpêkê yên Çîçekê yên di zîndanê de got, “Keça min li Rihayê di zîndanê de bû. 3 qatan di bin erdê de bû.”
“Wê tiştek nekiriye”
Dayîka kezebşewitî diyar kir ku Çîçekê şer nekiriye, wê alîkarî dida gelê xwe û got:
“Cezayê heta hetayê dane keça min. Em dixwazin keça min derkeve.
Wê tiştek nekiriye. Bi milet re alîkarî dikir. Wê demê rewş gelekî giran bû û wê alîkarî dikir. Wê şer nekiriye. Ne bi eskerê Tirkî re û ne bi kesî re şer kiriye. Hêvî dikim ew jî were berdan.”


