Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî endamê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel pêşwazî kir û bal kişand ser çareseriya aştiyane ya doza gelê Kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi parlamenterê Almanyayê Serdar Yuksel re hevdîtinek kir.
Serok Barzanî kêfxweşiya xwe anî zimên ku ciwanekî Kurd di navendên siyasî û parlamentoya Almanyayê de xwedî rol e.
Serok Barzanî her wiha ji bo hewlên wî yên di warên cuda de destxweşî lê kir û bi taybetî bal kişand ser hewlên wî yên ji bo parastina doza Kurdan û penaberên li Almanyayê.
Çareseriya bi rêya diyalogê
Serok Barzanî behsa bingehên xebata rizgariya gelê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê li Rojhilata Navîn doza gelê Kurdistanê bi rêyên aştiyane, bi diyalog û bi awayekî modern were çareserkirin.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serdar Yuksel jî qedirê rola dîrokî ya Serok Barzanî aniye zimên.
Yuksel bal kişand ser rola Serok Barzanî ya di xebata azadiyê de, têkoşîna li dijî terorê û piştgiriya ji bo doza Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê.
Yuksel diyar kir ku li Almanyayê û gelek cihên din ên cîhanê ji bo mafên gelê Kurdistanê piştgiriyeke mezin heye.
Serdar Yuksel tecrubeya Herêma Kurdistanê wekî tecrubeyeke bi qîmet pênase kir û destnîşan kir ku pêdiviya wê bi piştgiriya navneteweyî heye.
Wî her wiha behsa rola Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ya di alîkariya koçber û lêqewimiyan de kir.
Di civînê de “rewşa siyasî, rûdanên dawî yên li herêmê û gefên terorê” jî hatin nirxandin.



