Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Parastinê Sûriyeyhê Sîpan Hemo (Semîr Elî Oso) êrişa Erebên hawirde ya li ser malbatên ku vedigerin Serê Kaniyê şermezar kir.
Karwanê yekem ê koçberên Serê Kaniyê piştî 7 salan vegeriya warê xwe lê rastî êrişa Erebên hawirde û çekdaran hat.
Sîpan Hemo ragihand ku mafê vegera wan parastî ye û ew dê li dijî êrişkaran rêkarên yasayî bigirin ber xwe.
Sîpan Hemo di daxuyaniyekê de got, "Em wan êrişan şermezar dikin ku ji aliyê hinek têkderan ve hatine kirin.
Wan êrişî wan malbatan kir ku hewl didan vegerin bajarê Serê Kaniyê. Wan xwest rê li ber vegera xelkê bajêr bigirin."
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê destnîşan kir ku dezgehên pêwendîdar li nasnameya kesên têkildar digerin.
Wî got ku ew dê rêkarên yasayî yên tund li hemberî wan bigirin ber xwe.
"Mafekî parastî ye"
Sîpan Hemo bangî welatiyan kir ku aram bin û got:
"Ti kes nikare rê li ber vegera xelkê herêmê ya ji bo bajar û bajarokên wan bigire, ji ber ku ev mafekî wan ê parastî ye."
Sîpan Hemo da zanîn piştî girtina parastina ewlehiyê yên pêwîst, dê pêvajoya vegera xelkê ya Serê Kaniyê bidome û got:
"Hemû parastina pêwîst dê ji bo welatiyan were pêkanîn û dema vegerê ewlehiya wan dê were misogerkirin."
Erebên hawirde êrişî koçberan kir
Koçberên Serê Kaniyê di dema vegera xwe de rastî êrişên Erebên hawirde hatin.
Van Ereban xaniyên koçberan dagir kirine.
Hinek koçber neçar man vegerin herêmên ku berê lê bûn.
Li gorî peymana ku hatibû kirin, îro zêdetirî 600 malbatên Kurd ên ku ji ber dagirkirina Serê Kaniyê koçber bibûn, vegeriyan warên xwe.
Lê di dema vegerê de rastî êriş û astengiyên wan Ereban hatin ku berê ji Hisîçayê biribûn Serê Kaniyê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Ereban bi dar û keviran êrişî otomobîlên koçberan kir.
Wan zerereke mezin gihand otomobîlan û ji ber vê yekê beşek ji koçberan ji vegerê poşman bûn.


.jpg&w=3840&q=75)
