Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrişa li ser koçberên ku vedigerin Serê Kaniyê şermezar kir.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew ji bo parastina wan koçberan û hesabpirsîna ji êrişkaran dixebitin.
"Vegera wan bi hevahengiya dewletê pêk hatiye"
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Wî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ew êrişa li ser malbatên Kurd ên vedigeriyan Serê Kaniyê şermezar dike.
Her wiha wî anî zimên ku vegera koçberan bi hevahengiya dewleta Sûriyeyê pêk hatiye.
"Nabe ku bikevin nav kiryarên bêberpirsyarî"
Mezlûm Ebdî ji bo aramiyê bangî xelkê kir û got:
"Em hêrsa gelê Kurd a li hemberî van êrişan fêm dikin lê em bangî gelê xwe dikin ku aram bin. Nabe ku ew bikevin nav kiryarên bêberpirsyarî. Divê ew saziyên sivîl û ewlehiyê biparêzin."
Mezlûm Ebdî eşkere kir ku ew ji bo parastina koçberên sivîl ên ku vedigerin warên xwe dixebitin û got:
"Em ji bo cezakirina kesên ku destê wan di vî karî de hene, ji bo misogerkirina mafên hemûyan û parastina aramiyê bi aliyên pêwendîdar re dixebitin."
Zerer gihandin wesayîtsan
Karwana ewil a koçberên Serê Kaniyê îro di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn de vegeriya warê xwe.
Dema ku ew derbasî nav bajêr bûn, Erebên hawirde êrişî wan kir û zerer gihand wesayîtan.
Li hemberî van êrişan xelkê Hisîça, Qamişlo û Til Temirê daket qadan û xwenîşandan kir.
.jpg&w=3840&q=75)


