Hewlêr (Rûdaw) - Şivan Cûdiyê ji Serê Kaniyê got, “Em naxwazin li welatê xwe bibin penaber.”
Hinek malbatên Kurd piştî 7 salên koçberî û jiyana di kampan de xwest vegerin ser mal û milkên xwe yên li bajarê Serê Kaniyê.
Lê belê gava ew gihîştin bajêr wan dît ku malên wan ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagirkirin.
Yek ji wan koçberan Şivan Cûdî bû.
Ew rastî êrişa çekdaran hat û neçar ma ku dîsa berê xwe bide bajarê Hisîçayê.
"Erebên hawirde rê li ber me girt"
Şivan Cûdî ji Rûdawê bi hûrgilî qala wan kêliyên dijwar kir.
Şivan Cûdî diyar kir ku wan bi rêya Neteweyên Yekbûyî hewl daye vegerin.
Wî li ser vegera xwe wiha got, “Piştî 7 salên di kampan de me biryar da ku em vegerin Serê Kaniyê. Me digot qey em dê li ser axa xwe bi aramî bijîn."
Şivan Cûdî da zanîn ku dema ew gihîştin taxa xwe wan dît ku mirovên biyanî di malên wan de ne û wiha domand:
“Wan Erebên hawirde rê neda ku em bikevin hundirê malên xwe jî."
Êrişa çekdarên Dêrazorê
Li gorî qalkirina Şivan Cûdî, alozî tenê bi dagirkirina malan bi dawî nebûye.
Komeke çekdar a ku li ser motorsîkletan bû û ji herêma Dêrezorê hatibû, êrişî wan kiriye.
Şivan Cûdî li ser wê êrişê ev agahî dan:
"Çend çekdarên ji Dêrezorê li ser motorsîkletan hatin û bi çekan gef li me xwar. Wan qebûl nedikir ku em li ser malên xwe bin.
Ji bo ku şerekî mezin çênebe û xwîn nerije, me biryar da ku em ji bajêr derkevin. Em niha li Hisîçayê ne û em li benda çareseriyekê ne."
Mal û milk hatine talankirin
Şivan Cûdî eşkere kir ku piştî 7 salan dîmenê malên wan gelekî xerab bûye.
Bi gotina wî derî û pencerên malan hatine şikandin, tiştên di hundir de hatine talankirin û zerer gihîştiye milkên wan.
Wî anî zimên ku ev rewş ne tenê ji bo wî lê ji bo gelek malbatên din ên Kurd jî wisa ye.
Bangî Neteweyên Yekbûyî kir
Şivan Cûdî di dawiya axaftina xwe de bangî Neteweyên Yekbûyî û birêvebirên pêwendîdar kir ku ji bo vegera wan çareseriyekê peyda biki û got, "Em naxwazin li welatê xwe bibin penaber."
Şivan Cûdî xwest ku kesên biyanî ji malên wan derkevin da ku ew karibin di paşerojê de bi rûmet vegerin malên xwe.

.jpg&w=3840&q=75)
