Hewlêr (Rûdaw) - Germahiya dijwar a li parêzgehên Dîlok, Riha, Meletî, Mereş û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê berdewam dike û jiyana rojane zehmet kiriye.
Li Dîlokê ji ber germê, kolan û qadên ku berê qerebalix bûn vala mane.
Di demjimêrên nîvro yên ku tîrêjên tavê dijwar in de, xelk hewl dide xwe biavêje bin sihan da ku hinekî hênik bibe.
Riha
Li Rihaya ku yek ji bajarên herî germ ên Bakurê Kurdistanê ye, germahî gihişt 47 pîleyan.
Şêniyên bajêr ji bo xwe ji germê biparêzin, bêhtir berê xwe didin derdora Gola Masiyan, park û qadên kesk.
Hinek kes bi sîwan û kuman xwe ji tavê diparêzin, hinek zarok jî li hewşa Mizgefta Hesen Paşayê ya li ba Gola Masiyan xwe diavêjin nav coka avê û xwe hênik dikin.
Ji ber germa zêde, gelek deverên bajêr bê deng û vala ne.
Meletî
Li Meletiyê jî hewaya germ jiyan zehmet kiriye.
Çûn û hatina mirovan li kolanên Qişle û Înonuyê û derdora Sûka Girtî ya Înonuyê ya li navenda bajêr kêm e.
Hinek kesên li derve jî ji bo ku xwe ji germê biparêzin, xwe didin ber siha avahiyan.
Li Parka Kernekê ya navçeya Meletiya Kevn jî mezin û zarokên ku ji germê bê zar bûne, di hewzan de xwe hênik dikin.
Mereş
Li Mereşê germahî derketiye 38 pîleyan. Ji ber ku li bajêr germahî û rêjeya hêwiyê ji asta asayî ya vê demsalê zêdetir e, xelk ji bo hênikbûnê qesta park, Sûka Girtî ya Dîrokî, qiraxên çeman, hewz û cihên bi sih dike.
Hinek kes berê xwe didin zozanên bilind û qiraxên bendavan, hinek zarok jî li navenda bajêr di nava ava Çemê Erkenezê de avjeniyê dikin.
Kilîs
Li Kîlîsê germahî 36 pîle ye. Ji ber germa ku nîvro hîn jî dijwartir dibe, navendên qerebalix ên bajêr, bi taybetî jî Kolan û Meydana Komarê vala ne.
Hinek welatî çûne park û bin sihan, hinek kesan jî li ber kaniyan rûyê xwe şûşt da ku hinekî hênik bibin.



