Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona gendelî û sextekariyê ya di serdema qeyûmê Şaredariya Xelfetiyê de, 14 girtî li tawanên xwe mikur hatin.
Qeymeqam, serokê şaredariyê û qeyûmê berê yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê Şeref Albayrak û 28 kes, 24ê Nîsana 2026an di operasyona gendelî û sextekariyê de hatibûn desteserkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin.
10ê Tebaxê 14 kesên girtî serî li dadgehê da û li sûcê gendeliyê mikur hatin. 14 kes li tawanên xwe mikur hatin û agahiyên gendelî û sextekariyê bi dadgehê re parve kirin.
Ew 14 kes bi biryara dadgehê û bi şertên “girtina li malê”, “îmze” û “qedexeya derketina derve” hatin berdan.
Doza gendelî û sextekariyê
Li navçeya Xelfetiyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 24ê Nîsanê di operasyona gendelî û sextekariyê ya li Şaredariya Xelfetiyê de 50 kes hatibûn desteserkirin ku 28 ji wan karmendên fermî bûn.
Piştî karên îfadewergirtinê 4 kes li birêvebiriya ewlehiyê hatibûn berdan.
27ê Nîsanê 46 kesên ku di nav wan de Şeref Albayrak û encumen û karmendên şaredariyê û kasibkar jî hebûn şandin Dadgeha Bêrecûkê.
Dadgeha Bêrecûkê derbarê Şeref Albayrak û 28 kesên din de bi hinceta “avakirina rêxistina tawanan” û “gendeliyê” biryara girtinê da.
Dadgehê wê demê 3 kes berdabûn û 14 kes jî bi biryara kontrola dadî hatibûn berdan.
Şeref Albayrak kî ye?
Şeref Albayrakê ku wê demê Qeymeqamê Xelfetiyê bû, sala 2016an wekî qeyûm li ser Şaredariya Xelfetiyê ya HDPyê hatibû danîn.
Albayrak sala 2019an wekî namzedê AK Partiyê bûbû Serokê Şaredariya Xelfetiyê û heta sala 2024an li ser erkê xwe mabû.
Şeref Albayrak di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de careke din ji aliyê AK Partiyê ve wekî namzed hatibû nîşandan lê di hilbijartinan de namzedê DEM Partiyê bi ser ketibû.
Piştî hilbijartinan, 4ê Çiriya Paşîn a 2024an careke din qeyûm danîbûn ser Şaredariya Xelfetiyê.



