Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji ber şer û aloziya di navbera 2 malbatan de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Birêvebirê Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqînê Şiwan Şakir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Îro li gundê Medanekanê yê li rojavayê Xaneqînê, di navbera 2 malbatan de alozî derket."
Şiwan Şakir da zanîn ku ew welatî Ereb in û kesên ku hatine kuştin zilamekî 40 salî û keçikeke 15 salî ne.
Termên miriyan şandine Tiba Dadî.
Şiwan Şakir diyar kir ku welatiyê birîndar di bin çavdêriya hûr de ye.
Heta niha sedema derketina pevçûnê bi temamî eşkere nebûye.
Hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û ji bo kontrolkirina rewşê dest bi lêkolînê kir.



.webp&w=3840&q=75)