Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi germî yasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" pêşwazî dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand:
"Ez bi germî pesendkirina yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ya li Parlamentoya Tirkiyeyê pêşwazî dikim."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Ev gava wêrek ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û aramiya li Tirkiye û tevahiya herêmê werçerxeke girîng e."
Serokê Herêma Kurdistanê got:
"Em her tim di wê baweriyê de ne ku aştî û diyalog bijardeyên herî rast in û serdema çekan û çareseriya leşkerî bi ser çûye.
Ev yasa ji bo avakirina baweriyê û bihevrejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên Tirkiyeyê derfeteke mezin e."
Nêçîrvan Barzanî bang kir, "Pêwîst e her kes piştgiriyê bide vê yasayê û ji bo serkeftina aştiyê bixebite."
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên:
"Ez destxweşiyê li Serokkomarê Tirkiyeyê Birêz Recep Tayyîp Erdogan û hemû wan serkirde û aliyên ku beşdarî pêkanîna yasayê bûne dikim."
Wî her wiha got, "Wekî her tim em piştgiriya temam a Herêma Kurdistanê ya ji bo serkeftina aştî û aramiyê ducare dikin."
Roja duşemê piştî nîqaşeke kûr ku nêzîkî 12 demjimêran berdewam kir Parlamentoya Tirkiyeyê projeyasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" xist dengdanê.
Ji 562 parlamenterên amade, 468 parlamenteran dengê "erê" da yasayê.
Li hemberî vê yekê 88 parlamenteran dengê "na" da û 6 dengên bêalî jî hebûn.
Projeyasa ji 12 madeyan pêk dihat û di bin navê "Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" de hatibû pêşkêşkirin.



