Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku îsal li Akrê pirtir ji 8 hezar tonan hejîr werin hilberîn lê festîvaleke taybet a hejîran nîne.
Birêvebirê Beşa Çandiniyê ya Akrê Fazil Mistefa li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî.
Fazil Mistefa da zanîn ku li Akrê bêhtir ji 250 hezar darên hejîran hene.
Tê pêşbînîkirin ku hilberîna hejîran a îsal bigihe nêzîkî 8-8,5 hezar tonan.
Mistefa amaje pê kir ku îsal hinek nexweşî bi hejîran ketine lê rêjeya nexweşiyê gelekî kêm e.
Wî destnîşan kir ku vê nexweşiyê bandoreke mezin li hilberîna hejîran nekiriye.
Birêvebirê Beşa Çandiniyê ya Akrê diyar kir ku li Akrê gelek cureyên hejîran hene.
Lê cureyê "Ehyabegî" ya herî biha û navdar a herêmê ye.
Daxwaza li ser hejîrên Akrê
Fazil Mistefa ragihand ku hejîrên Akrê li bazarên Herêma Kurdistanê û Îraqê gelekî navdar in.
Ji bo kalîteya hejîran daxwazeke zêde li ser van hejîran heye.
Çima festîvala hejîran tune?
Li gel ku Akrê bi hejîrên xwe navdar e hîn jî festîvaleke salane ya taybet nayê lidarxistin.
Fazil Mistefa sedema vê yekê wiha rave kir:
"Li Akrê festîvala salane ya berhemên navxweyî tê lidarxistin.
Em her sal hewl didin ku vê festîvalê di wê demê de bikin ku berhemên hejîran gelek in.
Armanc ew e ku hejîrên Akrê bêhtir werin naskirin."
Birinc û simaq jî hene
Ji xeynî hejîran li Akrê birinc û simaq jî gelek in.
Fazil Mistefa got ku ji ber vê yekê biryar hatibû dayîn ku festîval ji bo hemû berhemên navxweyî be, ne tenê ji bo hejîran.
Birêvebirê Beşa Çandiniyê ya Akrê anî zimên eger di paşerojê de lihevhatin hebe, dibe ku festîvaleke taybet ji bo hejîran were amadekirin.



