کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Galîp Ensarîoglu / Wêne: Rûdaw

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Galîp Ensarîoglu / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Ensarîoglu: Yasaya nû dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn

RÛDAW

RÛDAW

13-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW13-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Galîp Ensarîoglu li ser pêvajoya nû axivî û got, “Yasaya nû dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn.”

Ensarioglu her wiha got, "Ji nû ve avakirina hevpeymaniya Kurd û Tirkan a ku di sed salên dawî de xera bûye, dê paşeroja hezar salî ya Tirkiyeyê ava bike."

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli çû Amedê.

Îbrahîm Yumakli li Amedê di çarçoveya Projeya Farqînê de çavdêriya Bendava Farqînê û tunelên avdaniyê kir.

Çêkirina van tunelan hîn jî didome.

Yumakli piştî çavdêriyan ji rojnamegeran re axivî û got:

"Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî  ya ku li Parlamentoyê hatiye qebûlkirin, ji bo welêt û milet bibe wesîleya xêrê.”

Serokê Stratejî û Budceyê yê Serokkomariyê Îbrahîm Şenel, Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Galîp Ensarîoglu û Birêvebirê Giştî yê DSIyê Mehmet Akîf Balta jî bi Wezîr Îbrahîm Yumakli re bûn.

"Dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn"

Mehmet Galîp Ensarîoglu piştî daxuyaniya rojnamegerî, li ser qebûlkirina yasaya pêvajoyê ji Rûdawê re axivî û got:

“Ev yasa dê aramî, biratî, xweşiyê, hilberîn û aştiyê bîne herêmê. Ez tenê qala welatê me û vê herêmê nakim. Di heman demê de dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn jî.

Her wiha dê tevkariyeke mezin li aştî û bipêşketina herêmê bike.

Di hezar salên dawî de biratiyek hebû lê di sed salên dawî de ev tifaqa Kurd û Tirkan xera bû. Ji nû ve avakirina vê tifaqê, dê di rastiyê de paşeroja hezar salî ya Tirkiyeyê ava bike.”

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên