Hewlêr (Rûdaw) - Li cade, kolan û taxên bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, zibil û gilêş bi awayekî berçav kom bûye û vê yekê jî gelê bajêr dilgiran kiriye.
D heman demê de, ev kêmasiya paqijiyê bajêr ber bi karesateke tenduristiyê ve dibe.
"Bêhna genî difûre û kêzik pir bûne"
Şêniyê taxa Kelasê Ebdulqadir Salih li ser mijarê axivî û got:
“Em ji ber xizmetguzariya xirab a li vî bajarî nerazî ne. Li taxa Kelasê konteynerên gilêşê nînin. Gilêş li cadeyan belav bûye."
Ebdulqadir Salih da zanîn ku ji ber germa havînê bêhna genî difûre û kêzik pir bûne.
Wî her wiha bangî aliyên pêwendîdar kir ku bi karê xwe rabin û cade û kolanan paqij bikin.
Kêmbûna sotemenî û karkeran
Li gorî Şaredariya Hisîçayê, kombûna zibil û gilêşê ji ber çend sedeman e.
Kêmbûna barhilgiran, karkeran û qutbûna sotemeniyê sedemên sereke ne.
Şaredariyê diyar kir ku eger sotemenî ji sedî 50 jî bê dabînkirin, dê ev pirsgirêk çareser bibe.
"Em li ser deryaya petrolê ne lê birçî ne"
Şêniyê taxa Umranê Ebdulmecîd Namis jî ku ji rewşê gilîdar e got:
“Pirsgirêkên me nayên hejmartin. Tiştê em dixwazin rakirina zibil û gilêşê ye. Beriya demekê şaredar û alîkarê wî hatin vê derê û soz da ku gilêş nemîne. Lê piştre her tişt wekî xwe ma. Her wiha boriya avrêjê jî teqiyaye."
Umranê Ebdulmecîd Namis destnîşan kir ku ev pirsgirêk li hemû taxan heye û wiha li pey çû:
"Barhilgira zibil her sê çar rojan carekê tê. Qaşo dibêjin mazot nîne. Em li ser deryaya petrol û avê ne lê her û her em birçî ne.”
Rojane zêdetirî 400 nexweş
Birêvebirê Nexweşxaneya Hisîçayê jî ragihand ku ev qirêjî bandorê li rewşa tenduristiya xelkê dike.
Birêvebirê nexweşxaneyê got, “Rojane zêdetirî 400 nexweş serî li nexweşxaneyê didin.
Nexweşî bi piranî ji ber iltîhaba roviyan û nexweşiyên çermî ye. Di nav wan de nexweşiya Leşmanya jî heye ku ev bi qirêjiya jîngehê ve girêdayî ye.”



