Hewlêr (Rûdaw) – Destê sibehê bi dronana êrişî Hewlêrê hat kirin.
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku êriş bi 3 dronan hatiye kirin û ti zererên canî û madî çênebûne.
Dijeterora Kurdistanê li ser dema êrişa li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Saet 02:17an a destê sibehê bi 3 dronan êriş hat kirin lê hemû ji aliyê Hevpeymanan ve hatin xistin."
Welatiyan vîdeo û wêneyên dema êrişê ji Rûdawê re şandin.
Di dîmenan de xuya dibe ku paşmayên dronan li nêzîkî malan dikevin.
Di êrişan de ti zerer û ziyanên canî û madî çênebûne.


