Hewlêr (Rûdaw) – Ji bavê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş re doh bi rêya WhatsApp û BIPê peyamên gefxwarinê şandin.
Di peyaman de wêneyên çekan jî hebûn.
Li Amedê û 8 parêzgehên din li dijî toreke sîber operasyon hatibû kirin.
Ev tor bi navên ‘C47’ û ‘C99’ li ser platformên dîjîtal gefan li malbatên kesên ku mirina zarokên wan bi guman e dixwin.
Di operasyonê de 10 gumanbar hatin desteserkirin û ji wan 2 kes hatin girtin.
Piştî girtina wan kesan, doh careke din peyam ji Nîzamettîn Kabaîş re hatin şandin.
Di peyaman de hat gotin, “Giliyê xwe bi paş ve bikişîne, heke na tu dê herî cem Rojînê.”
Kabaîş piştî van peyaman çû navenda ewlehiyê û giliyê wan kesan kir.
Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku ev gef bi mehan e berdewam dikin û got:
“Doh dema ez ji Wanê vegeriyam malê, wan careke din peyam şandin.
Vê carê bi reqemeke Tirkiyeyê peyam şandin û wêneyê çekekê jî hebû.
Di peyamê de gotin, heke tu giliyê xwe bi paş ve nekêşî tu dê guleyekê bixwî.”
Kabaîş destnîşan kir ku ew ji gefan natirse û pê de çû:
“Ewlehîya jiyana me nîne lê ez ji gefên wan natirsim.
Ez giliyê xwe bi paş ve nakişînim.
Heta ku dosyeya Rojînê eşkere bibe ez dê li pey vê dozê bim.
Çi dikin bila bikin, ez dê têkoşîna xwe bidomînim.”



.webp&w=3840&q=75)