Hewlêr (Rûdaw) - Li Dihokê li nêzîkî benzînxaneyekê qezayeke trafîkê çêbû û 2 kes mirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, otomobîlekê li otomobîleke din a ku di dora benzînê de bûye xistiye.
Di qezayê de 2 kes mirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Nasir Elî ragihand ku benzînxane li ser rêya Dihok û Mûsilê ye û diyar kir ku yek ji kesên mirî efser e.
Bûyer şeva borî qewimiye û 4 otomobîl tevlî qezayê bûne.
Şahidekî ji Rûdawê re got ku bûyer derengiya şevê qewimiye û anî zimên:
"Ez hatim ser otomobîlan lê ez nizanim ka çawa li hev qelibîne."
Şahidekî din jî ji Rûdawê re destnîşan kir ku ew saet 06:00ê sibehê çûye cihê bûyerê û got:
"Min dît ku otomobîlekê li 4 otomobîlên din xistiye ku di dora benzînê de bûn."
Tîmên polîs û trafîkê yên Dihokê çûn cihê bûyerê û wan dest bi rêkarên yasayî kir.



