Hewlêr (Rûdaw) - HPGyê 15ê Tebaxê pîroz kir û got, "Di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz, dînamîkên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hemû îro berê xwe daye azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."
15ê Tebaxa 1984an destpêka şerê çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û bi fermandariya Mahsum Korkmaz (Egîd) çalakiya yekem li navçeya Dihê ya Sêrtê li dijî artêşa Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê ragihand:
"Em Cejna Vejîna Neteweyî û salvegera 42yan a Pêngava 15ê Tebaxê ya Mezin pîroz dikin.
Vê pêngavê fermana mirinê ya Kurdan çirand, şerê hebûn û azadiyê da destpêkirin û vejîna gelê Kurd pêk anî.
Em vê rojê di serî de li rêber û afirînerê vê pêngava dîrokî Rêber Apo, li malbatên hêja yên şehîdên xwe yên nemir, li gelê me yê Kurd ê welatparêz, li dostên me yên li çar aliyên cîhanê û li hevrêyên xwe pîroz dikin."
HPGyê diyar kir ku Pêngava 15ê Tebaxê di mercên giran de pêk hatiye û anî ziman:
"Ziman, nasname û hebûna Kurdan dihate înkarkirin. Kurdistan bi temamî di bin dagirkerî û tarîtiyeke giran de bû.
Pêngava dîrokî ya Rêber Apo, damezirandina PKKyê û agirê berxwedana zindana Amedê bû bingehê 15ê Tebaxa 1984an.
Guleya ewil a ku bi pêşengiya Mahsum Korkmaz hat teqandin, ji bo Kurd û Kurdistanê bû mîladek.
Vê çalakiyê ji bo gelê Kurd vejîn û rabûna li ser pêyan bi xwe re anî. Gelê me bi îradeya Rêber Apo xwe ji xweliyên xwe ducare afirand û zincîra koletiyê qedand.
Em di şexsê Fermandar Egîd de hemû şehîdên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe ducare dikin."
'15ê Tebaxê midaxeleyeke dîrokî ye'
Berdewama daxuyaniya HPGyê:
"Pêngava 15ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî yan jî pêngaveke parastinê ya demî bû. Ev pêngav midaxeleyeke dîrokî bû ku li dijî tinebûna gelekî hat kirin.
Aliyên wê yên neteweyî, îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî gelekî xurt in. Beriya her tiştî rabûna li ber zincîra koletiyê ya di mêjiyê Kurdan de ye.
Şoreşa Vejînê li her derê pêvajoyeke şoreşgerî ya fikrî, civakî û demokratîk ava kir. Jinên Kurd ên azad bûn pêşengên jiyana azad ku îro jinên cîhanê hemû îlhamê jê werdigirin.
Ev bipêşketinên ku Rêber Apo wekî 'şoreşa di nava şoreşê de' pênase kirine, Kurdekî nipînû afirand. Di bilindahiya nirxên Kurdistanî de Pêngava 15ê Tebaxê xwedî roleke diyarker e.
Gerîla bi fedakariya xwe ya mezin, bi dilsoziya xwe ya bi gel û welat re û bi têkoşîna xwe ya di asta lehengiyê de di dilê gelê me de textê xwe danî.
Ev meşaleya ku bi 15ê Tebaxê hat vêxistin, civak ji bêçaretî û lawaztiyê rizgar kir. Exlaqekî civakî yê fedaî ava kir ku li ser pîvanên jiyana komînal û hevrêtiyê hat avakirin.
Ev sekna îdeolojîk ji bo gelê me bû çavkaniya hêzê ya esasî da ku di mercên herî giran de xwe biparêze.
Rêber Apo afirînerê hemû nirxên têkoşîna me ye, lewma azadiya wî ji bo gel û tevgera me gelekî girîng e. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê me îro berê xwe daye azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Her cure nêzîkatî û lêgerînên ku azadiya wî ji xwe re nake esas, ji bo gerîla bêhukim e.
Wasiyet û fermana bi hezaran şehîdên me yên ku di têkoşîna li dijî sîstema şkenceyê ya Îmraliyê de şehîd ketin, li ser vê bingehê ye.
Em destnîşan dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, berxwedana me dê bi her rê û rêbazê bi biryar berdewam bike. Em sala 43yan a têkoşînê pîroz dikin."



