Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê, saziyên çandinî û daristanê ji bo rêgiriya şewitandina pirêzeyan tedbîrên tund distînin.
Li ser zerera ku şewitandina pirêzeyan dide axê, cotkar tên agahdarkirin.
Her wiha broşur tên belavkirin û li qadê kontrol tên kirin.
Tevî hemû hişyarî û rêkaran, cotkarên ku pirêzeyan dişewitînin bi pereyan tên cezakirin.
Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanan a Amedê Adil Alan li ser mijarê axivî û diyar kir ku piştî agirê sala 2024an bi saya tedbîrên ku wan standine, sala 2025an agir gelekî kêm bûne û got:
"Sala beriya wê me 113 girtenameyên agir nivîsandin lê sala 2025an hejmara girtenameyên agir heta 54an daket."
Adil Alan da zanîn ku ew îsal serê dekarek erd 698 lîreyan ceza dibirin û pê de çû:
"Eger agir nêzîkî cihên niştecihbûnê, daristan, baxçeyên fêkiyan û herêmên avî be, ceza 5 qatan tê zêdekirin û dibe 3 hezar û 495 lîre."
Li Êlihê şewitandina pirêzeyan daketiye
Li Êlihê sala 2024an zêdetirî 500 pirêze hatibûn şewitandin.
Piştî xebatan sala 2025an ev hejmar heta 20 agiran daketiye.
Sala 2026an heta niha tenê 3 caran ji ber şewitandina pirêzeyan ceza hatiye birîn.
Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanan a Êlihê Necdet Tuncer jî li ser zerera şewitandina pirêzeyan cotkar hişyar kirin û da zanîn:
"Em li ser zerera ku digihêje xweza, ekolojî, candar û mîkroorganîzmayên axê, cotkarên xwe agahdar dikin."
Tuncer anî ziman ku ev yek xirabiya li dijî wan û paşeroja wan e û got:
"Em bi hemû hevbeşan re ku sedemên agir in, civînan dikin û bi peyaman wan agahdar dikin."
Li Amedê 7 milyon donim, li Mêrdînê 3 milyon û 340 hezar donim û li Êlihê jî nêzîkî milyonek donim zeviyên çandiniyê hene.
Nêzîkî ji sedî 80yê van erdan ji bo çandiniya dexlûdan tên bikaranîn.
Hinek cotkar ji bo ku karibin bi hêsanî cotê xwe bikin piştî rakirina berhemên xwe pirêzeyan dişewitînin ku ev yek zerereke zêde dide mîneral û dewlemendiyên axê.


