Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê minibusek qulibî.
Di qezayê de li gorî agahiyên destpêkê 5 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Minibusa li ser rêya Licê û Pasûrê, li nêzîkî gundekî ji kontrolê derket û qulibî.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandinê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de 2 kes mirin, her wiha 12 kes jî birîndar bûn ku rewşa 3yan ji wan giran e.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat zanîn ku rêwiyên di minibusê de ji Amedê ber bi Mûşê ve diçûn.
Armanca wan ew bû ku li Mûşê beşdarî nîşanekê bibin.
Lêpirsîna li ser qezayê berdewam dike.


