Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 46 hezar û 490 mayînên neteqiyayî dîtin.
Di heman demê de, xebatên paqijkirina mayînan ên li deverê jî berdewam dikin.
Li parêzgeha Colemêrgê nêzîkî 54,1 milyon metreçargoşe zeviyên mayînkirî hene, yan jî guman heye ku di van zeviyan de teqemeniyên neteqiyayî hebin.
Bernameya paqijkirina mayînan ji aliyê Saziya Neteweyî ya Xebatên Mayînan a Tirkiyeyê ve tê birêvebirin.
Saziyê par li herêmê dest bi xebatên xwe kir.
Her wiha Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan jî karmendên pêwîst ji bo projeyê terxan kirin.
Piştî ku rewşa aramiyê baştir bû, tîman li van deveran dest bi rakirina mayîn û teqemeniyên neteqiyayî kir.
Ew mayînên ku di dema xebatan de tên dîtin, di çarçoveya bernameyekê de tên pûçkirin.
Pesendkirina projeyasaya pêvajoyê
Parlamentoya Tirkiyeyê roja duşemê projeyasaya taybet a ji bo çekdanîna gerîlayên PKKyê pesend kir.
Ev yek wekî gava herî berbiçav a pêvajoyê tê dîtin.
Pêvajoyê piştî wê yekê dest pê kir ku Abdullah Ocalan sibata 2025an de bangî PKKyê kir ku çekan deyne û xwe fesix bike.
Her çi qasî PKKyê Gulana 2025an de biryara fesixkirina xwe ragihandibe jî, ev yasa qala daxwazên berfireh ên Kurdan ên di warê mafên siyasî û çandî de, yan jî qala rewşa Ocalan nake.
Bikaranîna zeviyan ji bo çandinî û ajeldariyê
Ew zeviyên ku karê rakirina mayînan lê bi dawî dibe, piştî piştrastkirina aramiyê ji bo bikaranîna giştî tên vekirin.
Rayedar pêşbînî dikin ku ev herêmên hatine paqijkirin, li gundên ku berê zerer dîtibûn, bibin alîkar ji bo vejandina qada çandinî, ajeldarî û çalakiyên din ên aborî.
Parêzgarê Colemêrgê Îbrahîm Taşyapan roja pêncşemê çû cihê xebatên paqijkirina mayînan ên li navçeya Çelê û ji rayedarên ku mayînan radikin agahî wergirtin.
Taşyapan destnîşan kir ku ev xebat dê derfetê bidin welatiyan ku ji nû ve zeviyên xwe bi kar bînin û got:
"Em hêdî hêdî deverên mayînkirî ji metirsiyê paqij dikin û wan ji bo bikaranînê vedikin.
Bi vî awayî welatiyên me dikarin bi ewlehî li ser zevî û gundên xwe kar û xebatên xwe bimeşînin."



