Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Midyadê hostayê otomobîlan Omer Ataş li ber deriyê dikana xwe, di nav otomobîla xwe de bi demançeyê kuştî hat dîtin.
Bûyer li navenda pîşesaziya otomobîlan a li taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê qewimî.
Dema dikandarên li wê derê serê sibehê çûn ku dikanên xwe vekin, wan dît ku hostayê otomobîlan Omer Ataşê 30 salî di nav otomobîla xwe de bê liv û tevger e.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî pişkinînê diyar kir ku Ataş bi demançeyê hatiye kuştin.
Cenazeyê Omer Ataş ji bo kar û barên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.
Polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.



