Kobanî (Rûdaw) - 7 sal di ser koçberiya bi zorê ya xelkê Serê Kaniyê re derbas bûn.
Krîza mirovî ya xelkê vê Serê Kaniyê hîn jî didome.
Li gorî amaran, nêzîkî ji sedî 87ê şêniyên resen ên bajêr di bin konan û li malên kirê de dijîn.
Yek ji wan bajaran ku koçberên Serê Kaniyê lê dimînin Kobanî ye.
Li Kobaniyê zêdetirî 300 malbatên ji Serê Kaniyê hene.
Hinek di dibistanan de û hinek jî li malên xizmên xwe dijîn lê hêviya hemûyan yek e, vegera li cih û warên xwe.
"Mirin ji vê rewşê baştir e"
Ev 7 sal in ku dayîka Nehîdeyê ji Serê Kaniyê dûr e û wê mala xwe li pey xwe hiştiye lê bîranînên wê hîn jî bi wê re ne.
Koçbera ji Serê Kaniyê Nehîde Xelîlê got:
"Welah ev rewş li şûna mirinê ye. Ev 7 sal in tu ji mala xwe derketiyî û kesekî din di mala te de ye. Ew ji te re dibêje 'here ez xwediyê malê me'. Di cihê xwe de mirin ji vê yekê baştir e."
Hacîre Mihemed cîrana Nehîde Xelîlê ye û ew jî ji Serê Kaniyê hatiye derxistin.
Çarenivîsa her du jinan wekî hev e.
Ew bi axaftin û dilsoziya hevdû, êşa salên koçberiyê sivik dikin.
Koçber Hacîre Mihemedê jî got, “Ez dê bibêjim çi tê bîra min? Tiştek ji Serê Kaniyê xweştir tunebû. Em xelkê Kobaniyê ne lê me li wir jiyan dikir.
Piştre ez hatim li Girê Spî rûniştim. Piştî du salan em dîsa koçber bûn û derbeder bûn. Zilma ku li Serê Kaniyê rû da, koçberiya me bi me da jibîrkirin."
Zêdetirî 150 hezar kes koçber in
Ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve, bi dagirkirina Serê Kaniyê, piraniya xelkê bajêr koçber bû.
Li gorî amaran, ji sedî 87ê xelkê Serê Kaniyê ji mal û warên xwe hatine derxistin û zêdetirî 150 hezar kes hîn jî ji herêma xwe dûr in.
Li gorî Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, li Kobaniyê zêdetirî 300 malbatên ji Serê Kaniyê dijîn.
Hinek ji wan li muzexaneya Kobaniyê, hinek di dibistanan de û hinek jî li nav bajêr derbeder in.
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Adil Hecî jî li ser hewldanên vegerê axivî û got:
"Me heta niha navê 174 malbatan qeyd kiriye. Li gorî pêwendiyan kîjan deqeyê were xwestin em dê van malbatan bişînin.
Ji bo ku pirsgirêk dernekevin, em dê ji aliyên pêwendîdar bixwazin ku van malbatan biparêzin. Dema ku werin parastin, dibe ku şandeyek jî bi wan re hebe."
Ev 7 sal derbas bûn lê ji bo van malbatan rêya vegerê hîn jî bi dawî nebûye.
Ew li benda wê rojê ne ku vegerin jiyana ku 7 sal berê ji destê wan hatibû standin.


