Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, 5 kes bi tohmeta ku destdirêjiya seksî li jineke 23 salî ya ker û lal kiriye, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Xelkê Dîlokê û mirovên qurbaniyê bertekeke tund nîşanî vê bûyera diltezîn da.
Bûyer 13ê vê mehê li taxa Cengîz Topelê ya navçeya Şahînbeyê rû da.
Jina astengdar a bi navê S.P. ya 23 salî ji bo ku biçe marketê ji malê derket.
Piştî ku demeke dirêj di ser re derbas bû û ew venegeriya, malbata wê agahî da polîsan.
Bi xebatên hêzên ewlehiyê, jina ciwan piştî çend demjimêran li taxa Wetenê hate dîtin.
S.Pyê bi rêya îşaretan ji polîsan û malbata xwe re anî zimên ku çend kesên nenas ew bi zorê xistiye nava otomobîlekê.
Wê diyar kir ku ew birine cihekî û li wir destdirêjî lê kirine.
Baroya Dîlokê dê dosyeyê bişopîne
Di encama lêkolînên polîsan de 5 kes hatin desteserkirin û paşê bi biryara dadgehê hatin girtin.
Lêpirsîna Dozgeriya Dîlokê ya li ser bûyerê didome.
Piştî bihîstina bûyerê kesûkarên jina astengdar û şêniyên taxê bertekeke tund nîşanî gumanbaran da.
Endama Navenda Parastina Mafên Jinan a Baroya Dîlokê Gîzem Ozturkê jî li ser bûyerê axivî û got:
“Jixwe li vî welatî jinbûn dezavantajeke gelekî mezin e. Nexasim jî ku tu jinek astengdar bî tu zêdetir dezavantaj dibî.
Ji bo lêpirsîneke bibandor were kirin, em wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Dîlokê em dê heta dawiyê pêvajoya lêpirsînê bişopînin.”
"Dîlok cihekî aram e û mirovên wê xwedî exlaq in"
Xelkê Dîlokê jî li hemberî vê tawana li dijî jina astengdar nerazîbûna xwe anî zimên.
Kesekî bi navê Remezan Durmaz got ku bûyerên bi vî rengî zêde bûne û êdî wekî tiştekî ji rêzê tên dîtin û wiha pê de çû:
“Gava em li medyaya civakî tiştekî wiha dibînin em çend çirkeyan dixwînin û ji bîr dikin. Heke bûyereke wiha 20 sal berê çêbibûya dê mehekê bihata axaftin.
Yên ku ev bûyer kirine dê mala xwe bar bikira. Niha tiştekî wisa tune. Belkî cezayî jî nestînin. Dê derkevin nav xelkê û dîsa heman tiştî bikin.”
Niştecijê Dîlokê Zekî Sevîr jî aciziya xwe bi van gotinan anî zimên:
“Çawa dibe ku nefsa mêrekî li hemberî jineke astengdar hişyar dibe? Ji bo wisa be divê ew heywan be, ji heywanan jî xerabtir be. Wekî Dîlokiyekî dema min bihîst ez gelekî xemgîn bûm.”
Welatî Yasîr Hecî jî nerazîbûna xwe wiha nîşan da:
“Ev tiştekî gelekî xerab e. Dîlok bi ti awayî tiştekî wiha qebûl nake. Dîlok cihekî aram e û mirovên wê xwedî exlaq in. Bi ti awayî Dîlok vê yekê qebûl nake.”



