Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê û kamyonekê li hev xist.
Di vê qezayê de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Kamyona bi plakaya 25 BA 480 ya ku C.D. diajot û otomobîla bi plakaya 25 AES 586 a ku E.A. diajot, li ser rêya Erzirom-Çatê li bin guhê hev xist.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de 6 kes birîndar bûn û ew bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.
Sevda Aydina 42 salî û Serranur Aydin li nexweşxaneyê mirin.
Ajokarê kamyonê ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.


