Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Basan a parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê jineke 22 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî.
Yeşîm Î.ya 22 salî tevî malbat û hevalên xwe ji bo pîknîkê çûbû nêzîkî gundê Zêwê.
Yeşîm û 3 hevalên xwe ji bo hênikbûnê ketin Çemê Dîcleyê.
Piştî demekê her 4 ciwan di avê de man û wan hewl da xwe ji xeniqînê rizgar bikin.
Kesên li derdorê bi hawara wan ve çûn û 3 hevalên Yeşîmê ji avê derxistin.
Lê belê Yeşîm di nav pêlên avê de winda bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, cendirme û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên binê avê yên Şaredariya Cizîrê çûn cihê bûyerê.
Tîman ji bo dîtina Yeşîmê di çem de dest bi xebatan kir.
Ji bo ku asta avê kêm bibe û xebatên lêgerînê hêsantir bibin deriyên Bendava Germavê (Heskîfê) hatin girtin.
Tîman piştî xebatên lêgerînê termê Yeşîmê dît ku bi qasî 400 metreyan ji cihê windabûna wê dûr ketibû.
Termê wê ji avê hat derxistin û tîman ji bo otopsiyê veguhast meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Basan.


