کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Ofîsa min a taybet bi dronên Îranê hat hedefgirtin

RÛDAW

RÛDAW

17-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW17-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ofîsa wî ya taybet û mala Serokê Dezgeha Asayîş û Îstixbaratê bi dronên Îranê hatine armanckirin û got, "Ev pêşhateke metirsîdar e."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişên bi dronan ên li ser ofîsa xwe peyamek belav kir û got:

"Piştî lêkolîna Dijîterora Kurdistanê, derket holê ku îro sibehê ofîsa min a taybet û mala Serokê Dezgeha Asayîş û Îstixbaratê bi dronên Îranê hatine armanckirin."

“Gefeke rasterast e”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de got ku "Ew êrişên bêperwa û nayên qebûlkirin" û êriş tundî şermezar kirin.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser metirsiya heyî û got:

"Ev pêşhateke metirsîdar e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê.

Ev êriş dê me ji bicihanîna erkên me û parastina welatiyên me sar nekin."

Çi bûbû?

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.

Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.

Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.

Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.

Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:

"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."

Hedîd-110

Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.

Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.

Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.

Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.

Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.

Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.

Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên